Mihabad; Cezaya girtîgehê bi ser “Erestû Melarehîmî” de hate sepandin

18:42 - 28 Nîsan 2021

Taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê çalakvanê medenî yê xelkê wî bajarî, “Erestû (Resûl) Melarehîmî”, bi girtîgehê ceza da.

Li gor hukmê dadgeha destpêkî, ew çalakvanê medenî bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, bi 31 meh û 16 roj girtîgeha te`izîrî û bi hisabkirina rojên berê yên dema binçavkirina wî, hate cezadan.

Li gor yasaya tecmî`i, renge cezaya herî dijwar bi ser wî çalakvanê medenî de bê sepandin.

Ew cezaye li 27`ê Reşemeya sala 1399`an, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê ve, bi ser wî çalakvanê medenî de hatiye sepandin û li 7`ê Xakelêweya îsal bi navbirî re hatibû ragihandin.

“Erestû Melarehîmî” li derheq cezaya dadgeha destpêkî nerizayetiya xwe nîşan daye û dosyeya wî bona pêdaçûnê bo dadgeha pêdaçûnê hatiye veguhastin.

Roja Şemî 11`ê Rêbendana sala 1399`an, ew welatiye bi wergirtina kefaletê ji girtîgehê hate azadkirin.

Ew çalakvanê medenî, li roja Şemî 4`ê Rêbendana sala 1399`an, piştî gazîkirina wî bo “Stada Xeberî” ya îdareya Îtila`ata wî bajarî, hatibû binçavkirin.

Ew çalakvanê medenî, piştî çend demjimêran ji lêpirsînê, bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatibû veguhastin.

Piştî belavkirina gotarek li derheq salroja avakirina Komara Kurdistanê ji aliyê “Erestû Melarehîmî” ve li torên civakî, hêzên ewlehiyê bi rêya telefonê ve, ew gazî kiribûn û piştre binçav kiribûn.

Ew çalakvanê medenî, li Navenda Hevkarîderên Mihabadê û Kempeynên xelkê yên wî bajarî de, ji alîkarîkirin bo berketiyên lehiyê li bajarên Luristanê û herwisa berketiyên erdheja Kotol û Kirmaşanê, roleke berçav û çalak hebûye.