Mihabad; Binçavkiriyê berê yê siyasî, “Saman Xezalî” bi 8 meh girtîgeh û salek bêparbûn ji karê rojnamevaniyê, hate cezakirin

16:21 - 22 Kanûna pêşîn 2022

Binçavkiriyê berê yê siyasî, “Saman Xezalî” ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê ve bi tohmeta “propaganda li dijî nizam”ê bi 8 meh girtîgeh û salek bêparbûn ji karê rojnamevaniyê hate cezakirin.

Roja Şemî 5`ê Seramwezê, ew çalakvanê medenî bi danîna barimteya 1 milyard Tumenî ji girtîgeha wî bajarî hatibû azadkirin.

Saman Xezalî, roja Yekşemî 10ê Rezberê, ji girtîgeha Mihabadê bo girtîgeha îtila`at a Spaha Pasdaran a bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew çalakvanê medenî, roja Yekşemî 3ê Rezberê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha Mihabadê hatibû veguhastin.

Samanê temen 34 salî di heyama binçavkirinê de bi tundî hatiye azardan û îşkencekirin.

Roja Çarşemî 9`ê Pûşpera sala 1400an a Rojî, “Saman Xezalî” piştî 9 meh girtîgehê, ber lêxweşbûna dadweriyê kevt û ji girtîgeha Mihabadê, hate azadkirin.