Mewlana Fethî bi barimteya 5 milyardî hat berdan

15:48 - 16 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Mamostayekî ayînî yê Belûç û sunî meseb li parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê, piştî derbaskirina 10 meh cezayê hepsê, bi razandina barimte(wesîqe) yek giran hat azad kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, karbidestên wezareta Îstixbarat (îtilaat) a Îranê li Sîstan û Belûçistanê , du rojan berî niha, Mewlewî Fethî Mihemed Neqşbendî ji Zahidanê bo Raskê veguhestin û ew li wir azad kirin.

Ew kesayetiyê temen 57 salî, bi danîna barimteya 5 milyard tûmenî hatiye azad kirin.

Mewlewî Fethî, bihara sala 2011-2012`an, bi tometa terorkirina Mewlana “Cengî Zihî”hatibû destbiser kirin.

Kampîna çalakvanên Belûç li vê derbarê de daye zanîn ku Konseya bilind “dîwanê alî” ya welatê Îranê, ew tometên ku ji pêşnimêjê bajarê Raskê hatine dayîn, nekemilî û netewaw hesibandiye.

Serbarê azadkirina demkî ya Mewlewî Fethî, 9 kesên din ji hevalên wî kesatiyê olî, bo mînak Ebdulxefar Neqşbendî (kurê wî) Melik Mihemed Abadiyan hêj di girtîgeha îdareya Îtilaatê de binçavkirî ne.

Tê gotin ku qerar bûye çend rojan berî niha Mewlewî Neqşbendî ji zîndanê bê azadkirin, lê ji ber pêşwaziya germ ya xelkê ji wî, serbest berdana wî hatibû paşxistin.

Binçavkirina çalakvanên Belûç di dozgeriyên Îranê de, pêlek berfireh ya nerazîbûn û dilgiraniya hemwelatiyên wê neteweyê bi dû xwe re anî; bi awayekê ku kempîna neraziyan li dijî girtin û rêxweşkirina dewletê ji bo îdamkirina Mewlewî Fethî Mihemed Neqşbendî, gihîşte bi dehan hezar kesî.