“Mes`ûd Nîkxwa”, endamê birêveberiya Encûmena Sinfî a Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê hate azadkirin

18:54 - 11 Gulan 2022

Îro Çarşemî 21`ê Banemerê, “Mes`ûd Nîkxwa” endamê birêveberiya Encûmena Sinfî a Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Merîwanê hat azadkirin.

Ew çalakvanên sinfî ê mamosteyan sibêdeha roja Yekşemî 11`ê Banemerê digel Eskender Lutfî û Şe`iban Mihemedî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û paşnîveroya heman rojê Şe`iban Mihemedî hatibû azadkirin.

Ew çalakvanê sinfî yê mamosteyan piştî binçavkirinê, ji aliyê Îtila`ata Spaha Pasdaran ve bo lêpirsînê bo girtîgeha wê navenda ewlehî li bajarê Sineyê, hatibû veguhastin.

 “Mes`ûd Nîkxwa” di wî heyamê de li hevdîtina digel malbata xwe û destpêregihîştina bi parêzer hatibû bêparkirin û  ji sedema binçavkirin û tohmeta ku li dijî wî hatibû sepandin ti zanyariyek serast ber dest nîne.