Mesûd Kurdpûr hat girtin

13:20 - 10 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Sibêdeya roja Şemiyê 10’ê Adarê,Mesûd Kurdpûr ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê li bajarê Mihabadê hat girtin.

Kemal Husênî alikarê ajansa mukiryan û çalakê mafê mirovan di pêywendiyek telefonî de ji bilî piştrast kirina nûçeyê,bi ajansa kurdpa,ê ragehand: sibêdeya roja Şemiyê tevî Mesûd Kurdpûr jibo lêpirsîn ji dosyeya Xosro Kurdpûr me serdana Îdareya Îttlat li bajarê Mihabadê ki, lê hêzên Îttlatî Mesûd Kurdpûr girtin.

Rojnamevanê Husênî ragehand: Demjimêr 1’ê paşniwroya 8’ê Adarê Mesûd Kurdpûr ji Îdareya Îttlat jibo cihek nediyar hat veguhastin û heya niha çi zaniyariyek li ser çarênivîs û cihê ragirtina vî li berdest da niye.
Berê jî Mesûd Kurdpûr di berwar Tîrmeha 2008’an ji aliyê Îdareya Îttlata a bajarê Bokanê hatibû girtin û ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê bi 1 sal hepsê û dûrxistinê bo bajarê Tîkabê hatibû mehkûm kirin.

Roja Pêncşem berwar 8’ê Adara Îsal Xosro Kurdpûr berpirsyarê ajansa nûçegihaniya Mukiryan ji aliyê hêzên Îttlatî yên dewleta Îranê hat girtin û heya niha çi zaniyariyek li ser cihê ragirtin û çarenivîsa vî li berdest da niye.