Mestûre Mistefamubarek bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:11 - 29 Adar 2022

Roja Yekşemî 7`ê Xakelêweyê, “Mestûre Mistefamubarek” yek ji binçavkiriyên Newroza parka zarokan (parka Newrozê) ya ser bi bajarê Sineyê, bi danîna barimteyê ji kanûna îslah û terbiyeta wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiya Kurd roja Şemî 6`ê Xakelêweyê, li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Sineyê, bo kanûna îslah û terbiyeta wî bajarî hatibû veguhastin.

Ew welatiye roja Duşemî 1`ê Xakelêweyê, li meşa rêûresma Newrozê li parka zarokan a bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.