Meşrûba destçêkirî sê welatî li devera Qotorê kirine qurbanî

18:02 - 1 Nîsan 2021

Roja Çarşemî 11 Xakelêwe, ciwanekî temen 25 salî yê bi navê “Emîr Mehmûdî”, kurê Firamerz, bi sedema meşrûba destçêkirî canê xwe ji dest da û du ciwanên din yên bi navên “Mezlûm Mihemedî”, kurê Ehmed û “Nima Ebasî”, kurê Îbrahîm, çavên xwe ji dest dane.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, wan sê welatiyan, ew meşrûb ji memûrên gomroka devera Qotorê kirîbûn.

Wê çavkaniyê ragihand: “Termê wî ciwanê temen 25 salî, bo pizîşkî dad yê bajarê Urmiyê hatiye veguhastin û heta dema belavbûna vê nûçeyê, termê wî radestê malbata wî nehatiye kirin.

Herwisa wê çavkaniyê got, ew du welatiyên din, di bin çavedêriya pizîşkî li bexşeke (ICU)ê  li bexşa çavedêriya taybet de ne.