“Merziye Muradweysî” bo navenda “Îslah û Terbiyet” a bajarê Sinê hat veguhastin

18:31 - 1 Îlon 2022

Roja Çarşemî 9ê Xermananê, “Merziye Muradweysî” endama kempeyna “Jineveya Kurdistan”ê piştî gazîkirin bo rêveberiya yasayî a dadgeha Şoreş a bajarê “Sinê” hat binçavkirin û bo cîbicîkirina cezayê wê bo navenda “Îslah û Terbiyet” a bajarê “Sinê” hat veguhastin.  

Dadgeha Şoreş a bajarê “Sinê” bi serokatiya dadwer “Se`îdî” “Merziye Murdweysî” bi tohmeta “piropagende li dijî nîzamê û lidarxistina kempeyna Jiyaneveya Kurdistan”ê tohmetbar kir û bi 2 sal girtîgeha te`zîrî ceza kir û ew ceza roja Pêncşemî 9ê Banemerê, ji navbirî re hatiye ragihandin.

Piştî nîşandana nerizayetiyê ji aliyê “Merziye Muradweysî” li derheq cezayê xwe, ji aliyê taya 4 a dadgeha pêdaçûnê a bajarê “Sinê” cezayê wê bo 5 meh girtîgeha te`zîrî û 4 sal girtîgeha ragirtî hat guhirtin.