“Meriyem Sadiqî”, çalakvana mafê jinan bi salek girtîgeha ragirtî hate cezadan

17:27 - 18 Kanûna Paşîn 2022

Roja Duşemî 27ê Befranbarê, çalakvanek mafê jinan a bi navê “Meriyem Sadiqî”, ji endamên Komîteya Hevahengî bo Pêkanîna Saziyên Kedkarî, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a wî bajarî ve bi salek girtîgeha ragirtî hate cezadan.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, dadgehê ew endama Komîteya Hevahengî bo Pêkanîna Saziyên Kedkarî, bi tohmeta “piropagende li dijî nizam”ê ceza da.

Roja Çarşemî 12ê Xezelwerê, “Meriyem Sadiqî”, çalakvana mafê jinan û endamê Komîteya Hevahengî bo alîkarîkirina damezraweyên kedkarî, bi danîna barimteyê ji “Kanûna Îslah û Terbiyet”a bajarê Sineyê hatibû azadkirin.

Roja Şemî 1ê Xezelwerê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîş kirine ser mala wê çalakvana mafê jinan û navbirî binçav kiribûn.

“Meriyem Sadiqî” piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê li yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Sineyê, bo “Kanûna Îslah û Terbiyet”a bajarê Sineyê hatibû veguhastin.