Merîwan/ Dîsa peykerê hunermendekî Kurd hat dizîn

14:46 - 12 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya dizîna peyker û heykelên ku li meydan û parkên rojhilatê Kurdistanê hatine bi cih kirin de, vêca peykerê helbestvanekî Kurd, li parka Şano ya Merîwanê bê ser û şûn bû.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja pêncşemî 9`ê nîsan (aprîl) a 2015`an, peykerê Ehmed Begê Komasî-Helbestvanê navdarê Kurd li rojhilatê Kurdstanê li gel heykelê 9 helbestvanên din yên Kurd, li parka Şano ya Merîwanmê hatin winda kirin.

Berpirsê şaredariya Merîwanê tevî piştrast kirina vê nûçeyê ragihand: “Em dê hemû hewla xwe bidin da kanibin wan mîratên çandî, dîsa bînin ser cihên wan.”

Zimistana sala borî, şaredariya bajarê Merîwanê bi armanca parastina çand û dîrioka, yên pêş me jiyan kirî û xizmeta zimanê Kurdî kirnî, peykerên 10 helbestvanên Kurd, li parka Şanoya Merîwanê bi cih bikin.

Herwiha li çileya zimstana derbasbûyî, semînarek bi boneya bi bîranîna Ehmed Begê Komesî naskirî bi ‘’Xalo Komasî‘’, ji holeyeya Çand û Hunera Merîwanê bi rêve çû bû.

Ehmed Begê Komasî (1793-1876) li gundê Berdespî ê ser bi beşa Serşêwa Merîwanê hatiye dinê û hevdem ligel helbestvanê bi nav bang ;Mewlewî Tawegûzî jiyan kiriye.

Hêjayî gotinê ye pêştir jî (beriya niha bi 6 salan) peykerê hunermend û bilurvanê navdar ê Kurd, li meydaneke bajarê Tehranê hatibû bê serû şûn kirin ku piraniya çavkaniyên nefermî, windabûna peykeran bi berpirsên hikûmeta Îranê û girûpên tundajo re elaqedar dibîn in.

Girûpek taybet bo bi dûkevtin û peyda kirin a wan peyker û heykelan hat pêkanîn, lê hîna tu encamek bi xwe negirtiye.