Merîwan, Ebdulrehman Efşar bo girtîgehê veguhastin

17:55 - 4 Kanûna pêşîn 2021

Roja Pêncşemî 11ê Sermawezê, welatiyek Kurd ê bi navê “Ebdulrehman Efşar” xelkê gundê “Nê”yê girêdayê bajarê Merîwanê, piştî bi dawîhatina jêpirsînan, ji girtîgeha ewlehiya Merîwanê bo girtîgeha navendiya wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiye di heyama binçavkirinê de ji mafê “destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbatê” hatibû bêparkirin.

 “Ebdulrehman Efşar”, di roja duşemî 22ê Xezelwera Îsal de bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Tohmeta “alîkarîdan bo yek ji partiyên Kurdan ên li hikûmeta Îranê” bi wî welatiyî dane.