Merîwan / hereşa kuştinê bi malbata xebatkarik siyasiyê Kurd

20:06 - 20 Çirriya pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: paşî rêz girtin ji xebatkarik yê jînge parêz, malbata wî ji aliyê dezgeha ewlehiyê de, hereşa kuştinê bi wan hatiye kirin.

Gorekî raporta alajansa nûçe gihaniya Kurdpa, dezgeha ewlehiya şarê Merîwan, malbata Mohemmed Xerîb Fêyzî, xebatkarê siyasî-şaristanetî, xistine bin bandorê de.

Mohemmed Xerîb Fêyzî, niha li derîÎranê de dimîne.

Nûçe gihanê Kurdpa li şarê Merîwan de, ragihand; dezgeha ewlehiyê xêncî hereşa kuştina vê malbatê, gotine wan; pêwîste bi zûkatî, kurê xwe, wegerînin Îranê.

\"22765.jpg\"
Mohemmed Xerîb Fêyzî, niha derîÎran de dimîne
Yekik ji nêzên vê malbatê, gotiye: li kutayiya rojên heftiya borî de û li 3yimîn cariya hilbijartina heyeta modîre(koma bi rê biriyê) de, kora giştî ya encumena keska çiya, rêz ji ked û xebatên Mohemmed Xerîb, seba alîkariyên tev wê senterê gitin û ev hewl jî, tûretiya hêzên asayişî bi dû ket.

Serekaniya nûçê, basa hindê jî kir; malbata Mohemmed Xerîb Fêyzî, ji aliyê sentrên asayişî de ketine ber hereşa kuştinêû niha vê malbatê, jiyanik bi tirs û xof hene.

Mohemmed Xerîb Fêyzî, cida ji xebata siyasî, ji milê parastina jînge de jî dixebitî.

Ev welatiyê Kurd, li 12ê Xezelwera sala 1390 de, ji aliyê hêzên dezgeha ewlehiya Bokanê de, hatibû girtin û paşî, dezgeha dadweriyê, hukmê hews kirin û sizaya dirafinî, jê re birîbûn.

Ev xebatkarê siyasî, paşî li sedem bandor û zehmetiyên hêzên asayişî, bi neçarî, warê xwe, bi cî hişt û rû bi derî welat kir.