Melayek Kurd li Pîranşehrê hat girtin

13:13 - 5 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê, mamostayek Olî ê xelkê herêma Pîrnşehrê binçavkirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Şemî yê 2’ê Adara 2013’an mamostayek Olî ê binavê “Osman Aj”melayê gundê “Girdbin”a ser bi herêma Pîranşarê ji aliyê hêzên Îttlatî ên dewleta Îranê hat girtin.

Kesên haydar bilav kirin ku mamostayê han l niwêja roja Înê de base welatparêziyê kiriye û seva vê yekê ji aliyê hêzên Îttlatî bo Îdareya Îttlata bajarê Urmiyê hatiye veguhastin. Mela Osman Aj ê temen 38 salî, xwediyê jin û 2 zarokane û rûniştiyê gundê “Girdbin”a ser bi herêma Lacan a ser bi bajarê Pîranşehrê ye.

Her wiha heyamek beriya niha mela Selam Gulnewaz, melayê mizgevta taxa “Şîwe Birahîm”a bajarê Serdeştê seva endametî di “Mekteba Quran”de û girtine berê ya rêbaza Ehemd Muftî Zade jibo Serdozgeriyê hatibû gazî kirin.