Mela “Yûnis Nwxah” ji girtîgeha bajarê Urmiyê hat azadkirin

18:39 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Duşemî 3ê Gelawêjê Mamosteyê olî “Yûnis Nwxah” yek ji mamosteyên Mekteba Zanista Olî yê Selahedîn Eyûbî ya bajarê Pîranşarê bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hat azadkirin.

Ew mamosteyê olî bi danîna barimteyê bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hatiye azadkirin.

Roja Şemî 1ê Gelawêjê, mela “Yûnis Nwxah” piştî dawî hatina heyama lêpêçîna wî ji girtîgeha ewlehî ya îdareya Îtilaata bajarê Urmiyê bo girtîgeha Navendî a wî bajarî hatiye veguhastin.

Ew melayê Kurd di heyama binçavkirina xwe de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Roja Pêncşemî 16`ê Pûşperê mamoste Yûnis Nwxah kurê Xizir û xelkê bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ew melayê olî bi sedema rexnekirina hikûmeta Îranê binçavkirine.