Mehricana folkolora Kurdî li Sîlwanaya Urmiyê+Wêne

20:51 - 5 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Yekemîn mehricana çandî-Hunerî a folkolora Kurdî, bi beşdariya hejmarek berçav ji girûpên çandî li Sîlwanaya ser bi Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, bi rêve çû.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja 2 û 3`ê nîsana 2015`an, li devera Zêweya ser bi Urmiyê, bi beşdariya girûpên çandî ên gundiyan li beşa Sîlwana hat lidarxistin.

Di wê semînarê de kincên cihêreng ên Kurdî, lîstikên zarokan û herwiha merasîma govend û dîlanê jî hatin pêşandan.

Di beşeke din a merasîmê de çend hunermendên Kurd helbestên xwe li ser xweşikbûna biharê pêşkêş kirin.

Di berdewamiya mehrîcanê de Nêmet Ezîzî ji hunermendên bi nav bang ên çand û hunera Kurdî, derbareya dîrok û girîngiya Newrozê de axftinek kir û ew roj bilind da nirxandin.

Ew merasîm ku du rojan dom kir, ciwan û jinên Kurd yên Sîlwana ya Urmiyê, bi pêşandana çand û şêweya jiyana gundiyan, hewil dan wê çanda resen a kurdî bi bîr bînin û bi saxî rabigrin.

Parêzgeha Azerbaycana Rojava (Urmiye) bi zêdeyî 3 milyon nifûs, heştimîn parêzgeha pirnifûs a Îranê tê hesibandin ku ji pêkhateyên Kurd, Azerî, Aşorî û Ermenî xemiliye.
\"25815.jpg\"

\"25814.jpg\"

\"25813.jpg\"

\"25816.jpg\"

\"25819.jpg\"

\"25818.jpg\"