“Mêhrîban Kişawerzî” bo girtîgeha Êvînê hate veguhastin

18:36 - 19 Tebax 2020

Îro Çarşemî 29`ê Gelawêjê, “Mêhrîban Kişawerz”, çalakvana medenî û xwendekara qonaxa karnasî ya bilind a ekter û xelka bajarê Merîwanê, piştî gazîkirin bo yekeya tavanên dadserî ya Êvînê, hate binçavkirin û bo derbaskirina heyama hepsa xwe bo wî girtîgehê hate veguhastin.

Ew xwendekara Kurd û xwendekara zanîngeha bajarê Tehranê, di rêketa 25`ê Xermanan a sala 1394`an de, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hate binçavkirin û rêketa 11`ê Rezber a wî salî, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

“Mêhrîban Kişawerzî” di rêketa 26`ê Xakelêwe ya sala 1396`an, ji aliyê taya 28 a dadgeha şoreş a bajarê Tehranê ve, bi serokayetiya dadwer “Meqîse” bi tohmeta “piropagendekirin li dijî nizam”ê bi salek hepsa te`izîrî hate cezadan û ew cezaye jî di taya 54 a dadgeha pêdaçûn a wî bajarê de bi sê meh û yek roj hepsa te`izîrî hate kêmkirin.