Mêhrdad Rehmanî ji Zîndanê hate azad kirin û rewşa saxlemiya vî xirabe

13:22 - 13 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Mêhrdad Rehmanî wênehilgirê bûyera xweşewitandina Nîkmerd Tahirî, piştî dudaçûna malbata vî û xizm û kesên vî li zîndana bajarê Hemedanê hate azad kirin.

Teyîb Tahirî rojnamevanê Kurd yê xelkê bajarê Sehnê di pêywendiyek telefonî de jibilî piştrastkirina vê nûçeyê ragehan: Êwariya roja Sêşemiyê berwar 11’ê Hezîranê Mêhrdad Rehmanî ku bi sebebê fîlm hilgrtin ji bûyera xweşewitandina “Nîkmerd Tahirî” ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatibû girtin,hate azad kirin.

Kesên nêz ji malbata Rehmanî ragehandin, rewşa saxlemiya vî gelek xirabe û nikare qise bike.

Mêhrdad Rehmenî xelkê bajarê Hemedanê ku ji bûyera xweşewitandina Nîkmerd Tahirî film hilgirtibû, ji aliyê hêzên Îttlatî yê bajarê Hemedanê hatibû girtin û piştî 6 rojan ragirtin di zîndana bajarê Hemedanê de hate azad kirin.

Piştî bilav bûna vê bêrêziya hêzên dewleta Îranê bi oldarên Yarsan, Rojên 4 û 5’ê Hezîranê 2 kesan binavên Nîkmerd Tahirî û Hesen Rezewî bi nîşaneya nerazîbûn bi kiryarên hêzên Îttlatî agir berdana bedena xwe û canê xwe ji dest dan.