“Mehmûd Salihî û Osman Îsmaîlî” bê tawan hatine nasîn

17:28 - 16 Şibat 2022

Roja Şemî 23`ê Rêbendanê, “Mehmûd Salihî û Osman Îsmaîlî” du çalakvanên kedkarî yên xelkê bajarê Seqizê, li taya yek a dadgeha Şoreş a wî bajarî ji tohmeta “piropagende li dijî nizamê” bêtawan hatin nasîn.

Dadgehê li gor vê ku tohmetên wan bi piştgirêdana bi pirensîba 37 a yasayê bingehîn ya Îranê û madeya yasayî a Olî ya dadweriya keyferî, ew du çalakvan bêtawan dane nasnî.

Roja Çarşemî 6`ê Rêbendanê, kombûna dadgehîkirina “Mehmûd Salihî û Osman Îsmaîlî” bi tohmeta “piropagende li dijî nizam” li taya 3 a lêkolînê ya dadgeha Şoreş ya wî bajarî bi rê ve çû.

Ew du çalakvanên kedkarî piştî 3 demjimêran dadgehî kirin, bi danîna barimteyê bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê hatibûne azadkirin.

Ew du çalakvanên kedkarî li rêkevta 16`ê Sermaweza îsal, di banghêştnameyekê de bo taya 3 ya Lêkolînê ya dadgeha Şoreşê ya bajarê Seqizê, bo wê navenda qezayî hatibûne gazîkirin.

Ew du çalakvanên kedkarî rêkevta 19`ê Cozerdanê ji girtîgeha bajarê Seqizê hatibûn azadkirin.