“Mehmûd Sadiqî” ji mafê mirexesiyê hat bê parkirin

18:42 - 6 Îlon 2022

Girtiyê siyasî yê Kurd ê bi navê “Mehmûd Sadiqî” xelkê bajarê Kamêranê, ku heyama girtîgeha xwe li girtîgeha bajarê Sineyê derbas dike, ji dema binçavkirinê ve heta niha ji mafê mirexesiyê hatiye bêparkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, berpirsên girtîgehê çend caran digel daxwaza mirexesiya wî girtiyê siyasî, dijayetî kirine.

Herwisa wê çavkaniyê behsa wê yekê jî kiriye; Navendên dad û ewlehî li bajarê Sineyê, digel azadiya “Mehmûd Sadiqî” bi pêbenda elektironîkî dijayetî kirine.

Ew girtiyê siyasî meha Rezbera sala 1398`an a Rojî, ji aliyê taya 1 a dadgeha keyferî ya parêzgeha Sineyê, bi tohmeta “endambûn û hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî” bi 30 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.

Herwisa Reşemeha heman salê, taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê bi serokatiya dadwer “Se`îdî” ew girtî bi tohmeta “beşdarî li bexî” bi 25 sal girtîgeha te`izîrî, hatibû cezadan.

“Mehmûd Sadiqî” rêkevta 25`ê Rezbera sala 1395`an a Rojî, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî derbasbûna çend mah li ser lêpirsînê, bo girtîgeha bajarê Sineyê hatibû veguhastin.