Mehkûmên Nû Diçin Cem Abdullah Ocalan

16:50 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Wezareta Dadê daxwaza şandina mehhûmên nû qebûl kir.

Li Îmraliyê niha digel rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 6 mehkûm hene.Wezareta Dadê 4 jê jin bi tevahî 8 mehkûm dê bişîne girava Îmraliyê.Wezareta Dadê daxwaza şandina mehkûmên nû qebûl kir lê navên ku dê biçin Îmraliyê hê ne zelal e.Li gorî xebera Haberturkê piştî diyarkirana navên mehkûman ji Wezareta Dadê re dê were ragihandin.Hat hînbûn ku kesên dê biçin girava Îmraliyê, yên ku cezaya muebbetê stanidine,dê were hilbijartin.

Piştî diyarkirina navên nû di bin tevdîrên şidyayî de sewqî Girtîgeha Îmraliyê dê bên kirin.Ocalan dê bi mehkûmên nû re di odeya hobî de dikare sohbet bike.
xeberenkurdi