“Mehdî Newrozî û Aram Salihpûr” bi danîna barimteyê ji girtîgehê hatin azadkirin

18:11 - 7 Îlon 2022

Roja Sêşemî 15ê Xermananê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Mehdî Newrozî û Aram Salihpûr” xelkê bajarê “Banê” bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Sinê” hatin azadkirin.

Ew du welatî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgehê hatine azadkirin.

Hêzên ewlehî ew du welatiyên Kurd bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî” hatibûn binçavkirin û herwisa ew du welatiyên Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe hatibûn bêparkirin.

Ew du welatiyên Kurd roja Duşemî, 20`ê Pûşperê, bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin.