Mehabad/ Rojnamevanekî Kurd hat binçav kirin

15:42 - 28 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Beriya niha bi çend rojan, rojnamevanekî Kurd li Serdeşta rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmera Îranê ve, li Mehabadê hat binçav kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Kawan Mihommedpûr(28) salî û sernivîskarê du heftenameya “Civaka Kurdistanê ”û xwendekarê rîşe(rişte)ya civaknasî li Mehabadê, beriya niha bi 3 rojan ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve hat binçan kirin ku heya niha jî çarenivîsa wî nehatiye zelal kirin.

Bi gotina kesên agah û çalakvanên mafên mirovan, piştî vê yekê ku kawan hat binçavkirin, hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmetê, çûn nav malê û hejmarek kelûpelên wî jî dest bi serde girtin.

\"25001.jpg\"
Kawan Mihommedpûr(28) salî û sernivîskarê du heftenameya “Civaka Kurdistanê ”
Kawan Mohemmedpûr heya niha çendîn mijar û gotar (meqale)ên zanistî di biyavên Felsefe, Huner û wêje, di kovar û malperan de belav kirin e.

Gorî amarên li ser cezakirna rojnamenivîsan li Îranê hatinî tomar kirin, heyaniha zêdeyî 50 rojnamevanî di girtîgehên Îranê de dimînin ku nêzî 10 kes ji wan Kurd in.

Beriya niha bi mehekê Peyamnêrên Bêsînor li ser binpêkirina mafên rojnamevanan di raportekî de ragihanidbûn: Îran di warê azadiya raman de di nav 180 welatên Cîhanê di pileya 173’emîn de cih digre.

Eva di demekê de ye ku Hesen Rûhanî –Serkomarê Îranê di dema nêzbûna hilbijartinan de qala atmasfera azadiya raman û bîr û hizra siyaî li Îranê kiribû û soza çareserkirina pirsgirêkên rojnamevanan dabû, lê li gor raporta Peyamnêrên Bêsînor, di warê binpêkirina mafên rojnamevan li sala 2014’ di berhevdan ligel sala 2015’an li wî welatî tu guhertinek pêk nehatiye.

Hikûmeta Îslamiya Îranê li sala 2014’an li nav 180 welatên cîhanê bo azadiya raman di pileya 173’emîn de bi cih bibû.