Mehabad: Mêhran Rehmanî bi sebeba teqeya hêzên serkutkar canê xwe ji dest da

23:02 - 18 Çirriya paşîn 2022

Îro Înê 27`ê Xezelwerê, Mêhran Rehmanî di pêvajoya nerizayetiyan de li bajarê Mehabadê bi sebeba teqeya hêzên serkutkar bi dijwarî birîndar bibû, lê, mixabin bi sebeba kûrahiya birînan di yek nexweşxaneyên bajarê Urmiyê de canê xwe ji dest da.

Ev welatiyê nerazî şeva Pênçşemî 26`ê Xezelwerê di pêvajoya nerizayetiyan de, bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên serkutkar bi dijwarî birîndar bibû.

Her di vê pêwendiyê de, Rehmanî bi sebeba kûrahiya birînan bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.