Mehabad: Kemal Ehmedpûr bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên serkutkar canê xwe ji dest da

00:17 - 19 Çirriya paşîn 2022

Îro Înê 27`ê Xezelwerê, Kemal Ehmedpûr, kurê Tahir û xelkê bajarê Mehabadê, di pêvajoya nerizayetiyan de bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên serkutkar canê xwe ji dest da.

Her di vê pêwendiyê de, Ev welatiyê Kurd yê nerazî di şeqama “Menbe`i” a bajarê Mehabadê bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên serkutkar bi dijwarî birîndar bibû, û mixabin di dema veguhastina wî bo nexweşxaneya “Xomeynî’’ ya wî bajarî canê xwe ji dest da.

Termê Ehmedpûr radestî malbata wî hatiye kirin.

Kemal Ehmedpûr xîzandar e û xwediyê du zarokan e.