MAUSTAYEK OLÎ LI “SAYÎN QELA” HATE BINÇAVKIRIN

17:12 - 11 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Mamustaye Olî li Bajarê “Syîn Qelayê” bi destên Hêzên Ewlehiye Komara Islamiya Îranê hatine binçavkirin.

Li gor Ajansa Kurdpa, roja 11’ê Tebaxê, Mela Şeqîq, Mamustayê gundê “Qizgopî”a herêma “Hewşar”a girêdayî bnajarê Sayîn Qelayê hate binçavkirin.

Pêka Akinciyên gundî, ev Operasyona Girtinê di demekê de bûye ku 12 Nîvar di mala Mela Şefîq de bûne û ewna jî bi giştî hatine dest biserkirin.

Hemû ew girtî û Mela Şefîq radestî Navendên Ewlehiye Bajarê Urmiye hatine kirin.

Heya belvkirina wê nûçeyê, zanyariyek ji sedema girtina wan 13 kesan di nehatiye pejjiqandin.

Li heyva Remezanê de givaş bo ser Oldaran de gihaye astek berz.

Her di wê pêwendiyê de li rojên 9 û 10’ên Tebaxê jî hin Mamustayên Olî li bajarê Bokanê ji bo Idareya Ittila’atê hatine gazîkirin.

Li gor hin çavkaniyan, ew Operasyonên Girtinê û her wisa givaşên han bi egera bas ji Hevbendiya Kurdan û Serkeftina kurdên Sûriye di Nimêjên Îniyan de bûye.

Li heyamên derbasbûyî de zaf ji çalakên Olî Ên Kurdistanê bo Navendên Hukûmî hatine gazîkirin û lêkolîn ji wan hatiye kirin.