Mamosteyên olî yên bajarê Pîranşarê bo cara duyem xwenîşandan lidar xistin

18:51 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Pêncşemî 23`ê Pûşperê, mamosteyên olî yên bajarê Pîranşarê bo cara duyem li hember navenda mezin a olî ya wî bajarî, bona piştevanîkirin ji mamoste Yûnis Nûxwah û binçavkirina navbirî, ji aliyê hêzên ewlehî ve xwenîşandan lidar xistin.

Mamosteyên olî yên bajarê Pîranşarê di wê xwenîşandanê de daxwaza azadkirina  bê merc a mamoste Yûnis kirin.

Herwisa di vê kombûnê de, mamosteyên olî ji serokêl navenda mezina olî daxwazkriine ku bi awayek micid lipey rewşa mamoste mela Yûnis Nûxwah bikevin.

Heta niha berpirsê navenda mezin a olî ya bajarê Pîranşarê bona azadiya mamoste Yûnis Nûxwah hin soz dane, lê ti yek ji wan cî bi cî nekirin e.

Roja Sêşemî 21`ê Pûşperê jî, hejmarek ji mamosteyên olî yên bajarê Pîranşarê bona piştîvanîkirin ji mamoste Yûnis Nûxwah li hember navenda mezin a olî ya wî bajarî xwenîşandan lidar xistin.

Roja Pêncşemî 16`ê Pûşperê mamoste Yûnis Nûxwah kurê Xizir û xelkê bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi sedema rexnekirina hikûmeta Îranê ew mamosteyê Olî binçav kirine.

Mamoste Yûnis Nûxwah bona lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Mamoste Yûnis Nûxwah yek ji mamosteyê Mekteba Zanista Olî ya Selahedîn Eyûbî ya bajarê Pîranşarê ye.