Mamosteyên Kurdistanê bona piştevanîkirin ji “Eskender Lutfî û Mes`ûd Nîkxwa” dest havêtin bi girevê

18:25 - 8 Gulan 2022

Îro Yekşemî 18`ê Banemerê, mamosteyên Merîwanê piştî bangeşeya Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê, bona piştevanîkirin ji “Eskender Lutfî û Mes`ûd Nîkxwa”, û herwisa li hember bêrêzî û sivikayetî kirinên li herdeq mamosteyan de dest havêtin bi girevê.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, tevî gefxwarin û givaşên navendên ewlehiyê, mamosteyên bajarê Merîwanê bi mebesta piştevanîkirina ji “Eskender Lutfî û Mes`ûd Nîkxwa” ji endamên hey`eta birêveberiya Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Merîwan, û herwisa nîşandana nerazîbûna xwe derheq sivikayetîkirina li derheq mamosteyan  de dest havêtin bi girevê.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn ku, roja Duşemî 19`ê Banemerê, mamosteyên bajarê Merîwanê bi mebesta piştevanîkirina ji mamosteyên hatinî binçavkirî û nîşandana nerazîbûna xwe li hember bêrêzî û sivikayetîkirinên li derheq mamosteyan  ên li kombûna 11`ê Banemerê li pêş deriyê îdareya Perwerde û Hînkariya wî bajarî de.

Roja Înê 16`ê Banemerê, Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê, bi belavkirina bangeşeyê, daxwaz ji mamosteyan kir da ku bi dest havêştin bi grieve  û kombûnan piştevaniya xwe ji “Eskender Lutfî û Mes`ûd Nîkxwa” nîşan bidin.

sibêdeha roja Yekşemî 11`ê Banemerê, ew 2 çalakvanên sinfî yên mamosteyan, piştî binçavkirinê, ji aliyê Îtila`ata Spaha Pasdaranê ve bo lêpirsînê bo girtîgeha wê navenda ewlehiyê ya li bajarê Sineyê, hatine veguhastin.

ew 2 çalakvanên sinfî ên mamosteyan di heyama binçavkirinê de, tenê carekê peywendiya telefonî digel malbata xwe hebûne û di wî heyamî de li hevdîtina digel malbatên xwe û destpêregihîştina bi parêzer jî hatine bêparkirin.