Mamosteyekî malnişînkirî bo “stada xeberî” ya îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hate banghêjkirin

17:59 - 28 Nîsan 2022

Roja Çarşemî 7`ê Banemerê, “Qulamreza Şerîfî” mamosteyê malnişînkirî û ji çalakvanên ferhengî yên bajarê Sineyê, bo “stada xeberî” ya îdareya Îtila`ata wî bajarî hate banghêjkirin û lêpirsîn digel navbirî hate kirin.

Ew mamosteye ji rêya peywendiya telefonî ve bo stada xeberî ya îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hate gazîkirin û ji navbirî li derheq “kombûnên nerizayetiyên mamosteyan, bi tohmeta dabînkirina pilakard bi mebesta piştîvanî ji girtiyên sinfî û siyasî (Şe`iban Mihemedî û Resul Budaxî), gazîkirina mamosteyan û malbatên xwendevanan ên bajarê Sineyê, piştevanî ji mafê kedkaran û kedkarên girtî û bilindkirina benêran”, ji aliyê hêzên ewlehiyan ve lêpirsîn jê hatibû kirin.

 “Xulamreza Şerîfî” piştî çend demjimêr lêpirsînê, li demjimêr 2`ê paşnîvero ya roja Çarşemî 7`ê Banemerê, ji îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hate azadkirin.