Mamosteyek Olî bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hat gazîkirin

16:26 - 9 Şibat 2022

Roja Sêşemî 19`ê Rêbendanê, mamosteyê Olî yê bi navê “Ferzad Muradiyan” temen 50 sal û xelkê gundê “Tengîser”a girêdayî bajarê Sineyê, bo îdareya Îtila`ata wî bajarî hate gazîkirin, û piştî derbasbûna çend demjmêran li ser lêpirsînê hate kirin.

Ew mamosteyê Olî ji rêya telefonê ve bo îdareya Îtila`atê hatibû gazîkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehiyê ew mamosteyê Kurd bi sedema rexnekirina hikûmet derheq  binçavkirina welatiyên gundê “Tengîserê” hatibû gazîkirin

Mamoste “Ferzad Muradiyan” piştî çend demjmêran lêpirsînê hate azadkirin.

Roja Yekşemî 23`ê Xezelwerê, “Aram Muradiyan” birayê wî mamosteyê Kurd, piştî amadebûna li dadgeha Şoreşê de hate binçavkirin û heta niha ti zanyariyek ji qedera wî jiber dest nîne.