Mamosteyê Zanîngeha Kurdistanê Dr. “Bêhrûz Çemenara” hat binçavkirin

17:06 - 27 Çirriya paşîn 2022

Berpirsê berê yê lêkolînên Kurdistannasiyê û yek ji mamosteyên girûpa ziman û wêjeya Kurdî yê zanîngeha Kurdistanê û xelkê Îlamê, Dr. “Bêhrûz Çemenara”, hat binçavkirin.

Birayê Dr. “Bêhrûz Çemenara” yê bi navê “Cewad Çemenara” di vê derheqê de li ser rûpela “Twitter”ê nûvîsandiye: “Birayê min, Bêhrûz Çemenara demjimêr 1`ê nîvê şeva Şemî 5ê Sermawezê li bajarê Sineyê di dema ku ji kombûnek a zanîngeha Kurdistanê bi maşînê dizivirî mala xwe, bi maşînê ve hat revandin.

Dr. “Bêhrûz Çemenara” di komkbûna roja Sêşemî 1`ê Xezelwerê, daxuyaniya mamosteyên zanîngeha Kurdistanê li derheq nerizayetî ji serkut û binçavkirin a xwendekaran, bi zimanê Almanî pêşkêş kiribû.