Mamostê zanîngeha Peyam ê Nûr a pawê xwendekarik xwe raguhatiyê girtîgehê kir

19:20 - 12 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: dezgeha dadewriya hukûmeta islamiya Îran li şarê Pawê, xwendekarik raguhastiyê girtigehê kir.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, 19ê heyva Şehrîwer yekik ji xwendekarên zanîngeha Peyam ê Nûr a Pawê bi navê Bêhnam Fettahî li dadgeha vî şarî de hat girtin.

Ev xwendekarê zanista werzigariyê paşî bang kirin bi dadgehê bi girtîgehê hat raguhastin.

Serekaniyik agadar bi jornalistê Kurdpa got: serokê dadgehê, hevdem mamostê zanîngeha Peyam ê Nûr a Pawê ye û bang kirina Bêhnam tinê bi hegera pirsgirêk tev yekik ji mamostê zanîngehê ber wergirtina icaza dersxwendinê ye.

Girtin û raguhastina vî xwendekarê Peyam ê Nûr a Pawê bi girtîgehê li rewşik deye ku gorekî yasayên zanîngehê, parastin û komîta riftaî berpirsê gihîştin bi rewşên hane û karê serokê dadgehê tinê bi hegera hebûna pirsgirêk tev xwendekarik li rewşa mamosteyî deye .