MAMOSTAYÊN ÎLAMÊ 7 HEYV IN KU MÛÇE NESITANDINE

15:05 - 3 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Ew derdora 7 Heyvan e ku Mamostayên Îlamê ên Xanenişînkirî, Mûçeya xwe û Dahata xwe a 30 Sal xizmet wernegirtine.

Nonerê Şîrwan Çerdawil û Îlam û Eywanê ji Nûçegihanê Xanêyê Mêllet re got: Wezareta Perwerde û Fêrkariyê seva wê yekê berpirs e û divê bersivê bide.

Ehmed Şehwanî got: Henceta wê Wezaretê nebûna Bûdce ye ku ew Yek ne rast e.

Her di wê pêwendiyê de hatiye zanîn, Ewna her wisa ji Bîmeyê jî bê par in.

Ewa jî di demekî de ye ku Dewleta Dehem a Ehmedî Nejad çend rojan beriya niha daxuyandibû ku 15 ji Sedî Mûçeya Xanenişînan zêde bûye.