Mamostayekî olî di bajarê Bokanê de hate binçavkirin

18:20 - 13 Tebax 2020

Roja Duşemî 20`ê Gelawêj, mamostayekî olî yê bi navê “Fayeq Şerî`etpena” kurê “Necmedîn” ê temen 35 sal, pêşnimêjê mizgevta “Hacîava” a ser bi devera Çomê Mecîdxan a ser bi bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ew mamostayê olî binçav kirine û piştre mala wî vekolîne.

Hêzên ewlehî piştî vekolîna mala wî mamostayê olî, hindik ji keresteyên wî yên û pirtûkên wî digel xwe birine.

Ew mamostayê olî bi sedema rexnegirtin ji hikûmeta Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Hewdem digel binçavkirina “Fayeq Şerî`etpena”, birayê wî yê bi navê “Tofîq Şerî`etpena” hate binçavkirin û piştî çend demjimêran hate azadkirin.