Mamostayekî olî bi barimteyeke zêde ji girtîgrha bajarê Urmiyê hate azadkirin

16:26 - 29 Îlon 2020

Roja Duşemî 7 Rezberê, “Emîr Zikalab” pêjnimêjê Înê yê gundê “Ermenîbilaq” a ser bi bajarê Bokanê, bi danîna barimteya 500 milyon tumenî heya dema dadgehîkirina wî ji girtîgehê hate azadkirin.

“Emîr Zikalab” rêkevta 20 Gelawêja îsal ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û di heyama binçavkirina xwe de ji “destpêragihîştina bi parêzer û çavpêkevtin digel malbata xwe” bê par bû.

Ji aliyekî din ve roja Duşemî 7 Rezberê, “Mê`irac Murtizayî” welatiyê Kurd yê xelkê gundê “Dêweznav” a ser bi bajarê Sewlava, bi danîna barimteya 40 milyon tumenî ji girtîgeha bajarê sineyê hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd roja Pêncşemî 9 Gelawêjê, piştî gazîkirin bo saziya Îtila`ata Spaha Pasdaranê hatibû binçavkirin.