Mamostayekî dibistanê li ser karê xwe hate derxistin

18:05 - 28 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Mamostayekî dibistanê bi sedema givaşa îdereya îtila`at a bajarê Şinoyê, li ser karê xwe hate derxistin.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, mamostayekî Kurd yê bi navê “Azad Resûlnijad” bi sedema dijayetîkirin digel îdareya îtila`at a bajarê Şinoyê, li ser karê xwe hate derxistin.

Ew mamostayê Kurd, di sala 1391`an de, li ser karê xwe hatibû derxistin û di destpêka vebûna dibistanan de, li ser biryara îdareya Perwerde û Hînkarî ya bajarê Şinoyê, dîsan dest bi karê mamostayetî di dibistanê de kiriye.

“Azad Resûlnijad” berê jî 14 sal çalakî di îdereya Perwerde û Hînkarî ya bajarê Şinoyê de hebûye, sala 1391`an bi tohmeta “poropagende li dijî nizam û alîkarî digel yek ji Partiyên Kurdî ên li dijî hikûmeta Îranê” hete desteserkirin û bo heyama 40 roj di girtîgeha bajarê Urmiyê de lêkolîn digel hetibû kirin.

Ew mamostayê Kurd, piştre her bi wê tohmetê hate dadgahîkirin û bi salek hepsa te`izrî û bi derxistin li ser karê wî hatibû cezadan.

“Azad Resûlnijad” piştî bidawîanîna heyama hepsa xwe di girtîgeha bajarê Şinoyê de hate azadkirin.