Mamostayekî bajarê Merîwanê bi danîna barmteyê hate azadkirin

16:48 - 13 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî sênfî yê mamosteyên bajarê Merîwanê bi danîna barmteyê hate azadkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 22`ê Cozerdana 1398`an, “Eskender lotfî” çalakvanê sênfî yê mamosteyên bajarê Merîwanê û lêkolerê şêvrahevahengîkirinê ya rêkxistinên sênfî ên mamsteyên Îranê, li tatya 2 ya lêkolînê ya dadgeha şoreş a bajarê Sine, tawana wî jê re hate gihandin.

Ew çalakvanê bi lidarxistina “civîn û têkdana ewlehiya nizamê, û alozkirina bîr û ramanên giştî û belavkirina nûçeyên nerast” hatiye tawanbarkirin.

Ew çalakvanê sênfî yê mamosteyên bajarê Sine, ji rêya sikalaya ku îtila`ata Spaha Pasdaranê ev ,tawanbar dabûn naskirin, jê re ragihandin û navbirî hemû ew tohmet red kirine.

“Eskender Lotfî” piştî ku tawana wî jê re hatiye ragihandin, navbirî bi danîna barmteyê hatiye azadkirin.

Roja Çarşemî 23`ê Xezelwera 1397`an ew mamosta bo îdareya îtil`ata bajarê Merîwanê hatibû gazîkirin, û her li wir lêkolîn jê kiribûn.

Ew mamostayê Kurd piştî gireva seranserî ya mamosteyan, bi sedema “tûjkirina mamostayan bo gireva seranserî” bo îtila`ata Spaha Psdaran hatibû gazîkirin.