Mamostayek olî li derheq kuştina kolberan nerizayetî nîşan da

17:38 - 17 Çirriya pêşîn 2021

Roja Înê 23`ê Rezberê, mamoste “Mihemed Şerî`etpena”, piştî kuştina kolberekî Kurd yê xelkê bajarê Serdeştê, li ser gora wî kolberî nerizayetî nîşan da û daxwaz ji berpirsên leşkerî yên hikûmetê kiriye dawî bi kuştina kolberan bînin.

Wî mamosteyê olî di vîdyoyek 53 xulekî de ragihandiye: “Ez berpirsên hikûmî agehdar dikim ku li vir kombûna wî xelkî ji bo nîşandana nerizayetiyê derheq kuştina kolberan e, lê ew nerizayetiye bi şêweyek aramî ye."

Herwisa wî mamosteyê olî gotiye: “Kuştina kolberan netenê derdê wan derman nake, lê belê dibe sedema zêde bêzarbûna wan welatiyane ji berpirsan”.

Herwisa wî mamosteyê ragihand: “Hêvî dikim kuştina kolberan ji aliyê berpirsên hikûmetê ve bi dawî bê û herwisa daxwazê ji hemû xelkê dikim ku li derheq kuştina kolberan bi awayekî aramî nerizayetiyê bikin”.  

Roja Pênşemî 22`ê Rezberê, kolberekî Kurd yê bi navê “Jiyar Elîpûr”, xelkê gundê “Bêjwê” yê ser bi bajarê Serdeştê, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê canê xwe ji dest da.