Mamostayek Kurd seva Zext û Givaşên Hêzên Îttlata Îranê ji Welêt reviya

16:35 - 30 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Cîhan Ellahkerem mamostayê zanîngehê û xelkê bajarê Mihabadê seva zext û givaşên hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê bi neçarî ji welêt rewiya û ber bi welatê Turkiyê çû.

Cîhan Ellahkerem naskirî bi Cîhan Keremî di hevpêvînek telefonî de tevî ajansa kurdpa,ê ragehand: Piştî şopa gazî kirin û binçav kirina çalakên çandî û rojnamenivîsan, çend rojan beriya niha ji aliyê Îdareya Îttlat a bajarê Mihabadê hatime haydar kirin ku divê xwe bi Îdareya han bidim nasîn, lê seva vê yekê ku min dizanî eger ez xwe bidim destê wan ,canê min dikeve metirsiyê,bi neçarî ez ji welat hatime derê.

Navbirî mamostayê dersa Felsefê a zanîngeha Peyama Nûr a bajarê Mihabadê bû û li heman demê de di çendîn belavokên Xwendekarî yên vê zanîngehê û hejmarek ji çapemeniyên herêmî û mafê mirov de çalakî hebûn.

Cîhan Keremî Sernivîsê Kovara daxistî a”Reskan” û yek ji endamên navenda Wêjeyî a bajarê Mihabadê bû.

Navbirî birvanameya xwe a karnasiyê li zanîngeha bajarê Mazenderanê wergirtibû û li devrana xwendina xwe de yek ji çalakên xwendekarî bûye.

her wisa heyamek beriya niha Madih Nezerî rojnamenivîsê xelkê bajarê Sinê û sernivîsê Heftînameya “Dîdgah” piştî heyamekê lêpirsîn û zext û givaşên hêzên Îttlatî bi neçarî welêt cîhêla û ber bi welatê Turkiyê reviya.