Mamostayek kurd ê Olî li Kamiyaranê hate binçavkirin

16:40 - 24 Kanûna pêşîn 2021

Roja Pêncşemî 2ê Befranbarê, Mamosta “Mihemedmirza Rehmanî” kurê Derwêş “Emîn” xelkê Gundê “Lon”ê ser bi bajarê Kamiyaranê ji aliyê hezên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeya dadweriyê ew mamostayê Kurd binçav kirine û bo cihek nexuya veguhastine.

Piştî axaftinên navbirî di taziya girtiyê siyasiyê Kurd “Heyder Qurbanî” ku di roja Yekşemî 28ê Sermawezê de li girtîgeha Sineyê hatibû îdamkirin, ew mamostayê Kurd hatiye binçavkirin.

Heya niha, lipeyketinên malbata wî mamostayê Kurd bo agehdarbûn li qedera navbirî, bê encam mane.