Mamostayê zanîngehê yê Kurd li bajarê Mehabadê hate destbiserkirin

20:53 - 4 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Mamostayê Kurd yê zanîngehê yê hatî derxistî li zanîngehê, û xelkê bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê hate destibser kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 8`ê Xezelwerê, “Dr. Hîwa Hefîdî” xelkê bajarê Mehabadê, û mamostayê berê yê zanîngeha bajarê Qezivînê, ji aliyê hêzên îtila`ata bajarê Mehabadê ve hatie destibser kirin.

Hêzên îtila`atê êrîşî li ser cihê akincîbûna wî mamostayî Kurd li gundê “Qizilqopî” kirine, û di dema destibserkirinê de , bi awayekî hov lê xistine.

Ew mamostayê berê yê zanîngeha bajarê Qezivînê, piştî destbiserkirinê, bo cihekî nediyar veguhastine û çarenivîsa wî jî nediyare.

Dr. Hîwa Hefîdî, xwediyê bawerînameya dixtoriya Wêjeya zimanê Erebî ye, û mamostayê zanîngeha Qezivînê bû, di sala 1392`an bi sebeba givaşên navendên îtila`atê li ser kar hate derxistin, û bi hemû rengî ji mafê encamdana çalakiyên çandî û ders gotina fermî hatiye bê parkirin.

Ji aliyekî din ve, pêka raporta hatî veşandin, 30 hevwelatiyên Kurd li bajarên wekî Mehabad, Bokan, û Seqizê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine destbiser kirin.

“Nûçegihanên azad yên Kurdistanê” nasnameya hindek kesên ku hatine destibserkirin, wiha ragehandiye, “Rehmet Nisohî, Ehmed Êlahî, Aware Qeyteranî, Sadiq Husêynperî, Usamê Rehmanzade, Hisam Mihemedî, Mihemed Arman, Xidir Êxtar, Usamê, Nizam Keçkar, Îbrahîm Tezor, Hadî Mikanîk, Îbrahîm Kaşîkar û Şahrox Tezor”.

Heya belavbûna vê nûçeyê, ji sedem û çarenivîsa wî hevwelatiyê Kurd yê hatî destibiserkirin tu zanyariyek ber dest nine.