Mamostayê yekik ji qutabxanên şarê Şino hat girtin û raguhastiyê girtîgehê bû

22:37 - 18 Gulan 2013
Mamostayê yekik ji qutabxanên şarê Şino û xwendekarê karnasiya bilinda mafên nawnetewî a zanîngeha Nexede, bo borandina 3 sal hewsa hukmê xwe raguhastiyê girtîgeha şarê Şino kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya kurdpa , roja sêşem 24ê Banemer “Azad Resûl Nijad” mamostayê qutqabxanên şarê Şino ji aliyê hiraseta dezgeha perwerde û pêgihîştin a vî şarî hatibû bang kirin , paşî xwe nasandin bi wê dezgehê hat girtin û bo dezgeha ewlehiya vî şarî hatibû raguhastin.

Hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îran, tawana vî hevwelatiyê Kurd “ endametî û alîkarî tev yekik ji partên dij bi hukûmeta islamiya Îran “ ragihandine.

Azad Resûl Nijad , sibêzûya îro 28ê Banemer bi girtîgeha şarê Şino hatiye şandin.

Ev mamosta 24ê Xezelwera sala 1391 girtin û paşî 40 rojan bi danîna barmita 70,000,000 tûmenî ji girtîgeha ewlehiya şarê Ormî, bo formmek katî hatibû berdan
Azad Resûl Nijad paş mideyik ji aliyê dadgeha şorişa şarê “ Ormî” ji domandina xwendinê bêpar kirin û her wisa bi 3 sal girtin mehkûm bû.
Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîka ajansa kurdpa, li midê 28 rojên borî de 10 hevwelatiyên Kurd ji aliyê dezgeha dadeweriya hukûmeta islamiya Îran, bi gelemper bi 169 sal girtin mehkûm kirine.