Mamosta Resûl Hemzepûr bi danana barmteyê di girtîgeha Urmiyê de hate serbest kirin

11:33 - 30 Çirriya pêşîn 2020

Roja Pêncşemî 8ê Xezelwerê Mamostayekî Olî bi navê “Resûl Hemzepûr” xelkê gundê “Xirape” ya girêdayî bi bajarê Pîranşarê û pêşnmêjê gundê “Endêze” ê girêday bi bexşa “Lacan” a Pîranşarê bi danana barmteya 1 milyard Timenî di girtîgeha navendiya bajarê Urmiyê hate serbest kirin..

Mamosta “Resûl Hemzepûr” roja Yekşemî 4ê Xezelwerê piştî bi dawî hatina heyama jêpirsîna xwe di girtîgeha îdareya Îtla’atê de, bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Tohmeta ku bi ser wî Mamostayê Olî de hatiye sepandin “teblîx bi dijî rejîmê” hatiye ragehandin.

 Roja yekşemî 13ê Rezberê hêzên ewlehî ew mamostayê Olî bi bê hebûna belgeya yasayî di sêrêya Peswe bo Pîranşarê binçav kirin û piştre êrîş kirine ser mala wî jî.

Ew Mamostayê Olî di heyamê binçavkirinê de, tinê carekê peywendî digel malbata xwe girtyê û herwisa “ji mafê hevdîtin digel malbata xwe û destpêragehiştin bi parêzer hatibû bêpar kirin.