Malbatên endam ên Partiyên Kurd, bo îdareya îtila`atê hatine gazîkirin

15:30 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Îdareya îtila`at a bajarên Mehabad û Şimoyê, malbatên endan ên Partiyên Kurd ên dijî hikûmeta Îranê gazî wê Navenda hikûmetî kirine, û daxwaz ji wan re kirine daku kurên wan dest ji endametiya Partiyên Kurdî berdin û vegerin bo Îran.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, îdareya îtila`ata bajarê Şinoyê li nêzîkbûna 22`ê Pûşperê, Malbatên endam ên Partiyên Kurd gazîkirine û piştî Du demjimêr lêkolîneve ji wan kirin û ew azad kirin.

Yek ji malbatên endam ên Partiyên Kurd ên dijî hikûmeta Îranê, ji ajansa Kurdpayê re ragihand: “Îdareya îtila`ata ji malabatên ebdam ên Partiyên Kurd re gotine ku, dikarin kur û keçên xwe bo Îran bînin û ewlehiya canên wan tê parastin”.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Îdareya îtila`at a bajarê Şinoyê bi şîrînî û çay, pezîrayî ji wan dikin û basa siyasetên hikûmeta Îranê di hember avedanî û ewlehiyê di Kurdistanê de dikin.

Ji aliyekê din ve jî, li bajarê Mehabadê, çend malbat ên Hizbên Kurd ên opozisiyon ên hikûmeta Îranê, ji aliyê îdareya îtila`ata wî bajarê ve, gazî wê navendê kirine û daxwaza alîkarîkirinê kirine yan jî zarokên xwe bizavirînin bo Îranê.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de ragihandiye: “Îdareya îtila`ata bajarê Mehabadê, ji malbatên Partiyên Kurd re ragihandine, dema ku hûn amadebûn ku zarokên xwe bînin, emê alîkariya we bikin û emê hemû amadekariyekî bo wan bikin.

Herwissa wê çavkaniyê daye zanîn, “piştî çend caran ku li bajarê Mehabadê malbatên endam ên Partiyên Kurd ku gazîkirine, wan malbatan nerazîbûnên xwe ji hemberî wan nîşandane û ji wan re ragihandine ku, di heyama yek hefteya derbasbûyî de, we sê caran gazî me kiriye û bi dana çay û şîrînî ji me re, em dizanin merema we li pezîrayîkirin ji me re çiye”.

Herwisa wê çavkaniyê ev yeke jî daye xûyakirin ku: “Ew malbatên ku ji aliyê îtila`ata bajarê Mehabadê ve hatine gazîkirin, ji îdareya îtila`atê re ragihandine ku, carek din em nikarin serdana îtila`at bikin û daxwaza gazîkirinê bo me jî neşîn in.

Li heyama çend salên derbasbûyî de, bi sedema çalakiyên Partiyên Kurd ên opzisiyon ên hikûmeta Îranê di Kurdistana Rojhilat de, navendên îtila`at û yên ewlehiyên hikûmetê, givaş xistine li ser malbatên endam ên Partiyên Kurd.

Çalakvanên siyasî li ser wê baweriyê ne ku, ew karên han tenê bo tirsandina xelkên Kurdistanê ye, zêdetir jî ewlehîkirina Kurdistana Rojhilatê ye.