Malbata “Kiyûmers Letîfî” bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatin gazîkirin

16:33 - 23 Şibat 2022

Roja Sêşemî 3`ê Reşemê, malbata “Kiyûmers Letîfî” çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Sineyê, bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatine gazîkirin û lêpirsîn digel wan hate kirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî gef ji malbata wî çalakvanê medenî xwarine ku, ji medyayîkirina binçavkirina “Kiyûmers Letîfî” xwe biparêzin û bêdeng bin.

Roja Şemî 30`ê Rêbendanê, hêzên ewlehî di encama lipey kevtina malbata “Kiyûmers Letîfî”, bona agehdarbûn ji qedera navbirî, xwîşka wî çalakvanê medenî a bi navê “Arizû Letîfî” binçav kiribûn.

 “Arezû Letîfî” piştî binçavkirinê bo demek kêm, bi sedema rewşa tendirustiya wê ya xerab û lêxistina ji aliyê hêzên ewlehî ve, bo nexweşxaneya Tohîd a bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Roja Sêşemî, 26`ê Rêbendanê, “Kiyûmers Letîfî”, temen 41 salî û xelkê bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve bi tohmeta “hevkarî kirina digel yek ji partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê”, hatibû binçavkirin.

 “Kiyûmers Letîfî”, çalakvanê medenî û wanebêjê zimanê Kurdî ye, û berê jî endamê encûmena Mewlewî ya li bajarê Sineyê bûye.

 “Kiyûmers Letîfî” li Xermanana sala 1398`an jî, bi tohmeta “hevkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê”, hatibû binçavkirin û 5`ê Befranbara hemen salê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.