Malbata çalakeke xendekarî ê Kurd ji aliyê Îtilaatê ve gef lê hate xwarin

14:02 - 23 Şibat 2012
Kurdpa: Piştî vê ku çalakek xendekarî ê Kurd bi sedema gefên emnî ji aliyê naendên hikumetî ve Îran bi cî hêla, niha malbata wî ji aliyê wan naendên emnî ve li jêr çavdêriyê de ye

Li gorî rapora çalakên mafê mirovan ya bajarê Qorwe sohrab kerîmî derçûyê kolêja karnasiya bilind ya zanistên siyasî û yek ji çalakên xwendekarî û medenî ê Kurd e, ku pêşîneya çend caran girtin û derkirina hukmê neyasayî li karnama xwe de heye.

Sohrab kerîmî pêştir jî li dema rê û resma 16’ê dSermawez ya sala 1386 de bo heyamê 76 rojan hate girtin û li benda 209 ya girtîgeha Êvînê de hatibû destbiser kirin ku piştre li gorî bendên 500 û 618 ên sizayên Îslamî bi 74 derbên şelaqan û 5 sal girtîgeha te’izîrî hate mehkum kirin, lê piştre pêdaçûn bi ser vî hukmê neadilane de hate kirin.