Malbata çalakek Siyasî yê Kurd bi neçarî welat ji welat hatine der

13:30 - 16 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Malbata Pêyxam Hişmetî çalakê siyasî yê xelkê bajarê Urmiyê û akinciyê derveyî welêt, seva zext û giwaşên hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê bi neçarî ji welêt hatine derê.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, xêzan û kurê Pêyxam Hişmetî seva zext û giwaşên hêzên Îttlatî bi neçarî ji welêt reviyane û niha di yek ji welatên cîrnaê Îranê akincî ne.

Çavkaniyekê bi ajansa nûçegihaniya kurdpa ragehand: Çend rojan beriya niha hêzên Îttlatî serdana mala navbirî kiribûn û bi xêzana vî ragehandibûn ku li egera dirêjî dana çalakiyên Pêyxam dê ev tuşî girtin û zîndanê bibin.

Pêyxam hişmetî heyamek beriya niha piştî gazî kirin ji aliyê dadgeha Înqilab a bajarê Urmiyê û hest kirin bi metirsiyê bi neçarî jibo yek ji welatên Ewrupî reviya bû.

navbirî piştî çûna bo Ewrupa û bilav kirina çendîn babet û mijar li ser Komara Îslamiya Îranê bilav kirin.