Mala du welatiyên Kurd li gundê “Tengîser”ê hatine vekolîn

19:07 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Pêncşemî 7`ê Gelawêjê, mala du welatiyên Kurd ên bi navên “Osman Muradiyan” û “Şayiste Muradiyan”, xelkê gundê “Tengîser” ê ser bi bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine vekolîn.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî welatiyê binçavkirî yê xelkê gundê “Tengîser” “Aram Muradiyan”, digel xwe bo vekolîna mala wan du welatiyan ku bav û xwîşka “Aram” in, biribûn û piştî bi dawîhatina vekolîna wan du malan, “Aram Muradiyan” digel xwe birine.   

Herwisa wê çavkaniyê got: “Mala wan du welatiyan bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye vekolîn”.

Roja Sêşemî 7`ê Banemerê, “Aram Muradiyan” digel du welatiyên din ên bi navên “Emîr Rizayî” û “Areş Ehmedî”, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

 Qedera wan sê welatiyane ku di girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê de ne nerohn e û ji “mafê hebûna parêzer” û “hevdîtin digel malbata xwe” hatine bêparkirin.