Mahabad/ 2 sal zindan bo çalakvanekî sivîl

16:42 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Dezgeha qezayî ya hikûmeta îslamiya Îranê, çalakvanekî sivîl û siyasî yê Kurd li Mahabada rojhilatê Kurdstanê, bi du sal cezayê hepsê mehkûm kir.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, çalakvanê sivîl yê Kurd Fayêq Çîre, ji aliyê dozgeriya Şoreş (înqilab) a Mahabadê ve du sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Li ser vê mijarê çavkaniyeke agah li Mahabadê peyamnêrê Kurdpa re ragihand: Ew çalakvanê sivîl yê Mahabadî nîsana îsal ji aliyê dezgeha qezayî a bajarê navbirî ve, bi tometa “beşdarîkirin li xwepêşndanên piştevanîkirin li Kobanê û piropagendeyên dij bi sêstema hikûmetî a Îranê ”bi 2 sal zindan hatibû mehkûm kirin.

\"28121.jpg\"
Fayêq Çîre yê du sal ceza lê hatî birîn
Wê çavkaniyê behsa vê yekê jî kir: Fayêq Çîre beriya niha bi du rojan serdana dageha Mahabadê ya têkildarê cezayê xwe dabû. Ew li wir ji hukmê bi wî re hatî pesendkirin haydar bibû.

Heman jêderê di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku 10 roj derfet bi wî çalakvanê sivîl hatiye dayîn (bo derbaskirina 2 sal cezayê zindanê), ew xwe bi girtîgeha Mahabadê bide nasandin.

Pêştir zivistana 2014`an jî, Fayêq Çîre ji aliyê navenda ewlekarî ya Mahabadê ve hatibû binçavkirin û piştre bo îdareya Îstixbarat (Îtilaat) a Urmiyê hatibû vegihestin. Navborî piştî 50 roj ceza bi danîna barmteya 200 milyonî, bi awayekî demkî hatuibû azadkirin.