Luqman Qadirî hîn jî binçavkiriye û qedera wî nexuya ye

18:29 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2022

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Luqman Qadirî” kurê Ezîz xelkê gundê “Peswê” û rûniştiyê bajarê “Pîranşar”ê hîn jî binçavkiriye û qedera wî li girtîgeha navendî ya bajarê “Urmiyê” nexuya ye.

Pêka çavkaniyek agehdar, ew welatiyê Kurd, meha Pûşpera îsal piştî bidawîhatina heyama lêpêçîna wî di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê de, bo girtîgeha Navendî ya wî hatibû veguhastin.

Herwisa çavkaniya agehdar behsa vê yekê jî kiriye: Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi tohmeta endambûn di yek ji partiyên Kurdî de  hatiye tometbar kirin.

Roja Pêncşemî 29ê Rezbera sala 1400an hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî “Luqman Qadirî” li rêya Pîranşar – Peswê binçavkiribûn.