“Luqman Nîkzad” bo yek ji girtîgehên ewlehî li Sinê hate veguhastin

17:07 - 26 Hezîran 2021

Welatiyekî Kurd ê bi navê “Luqman Nîkzad”, temen 25 salî, kurê Mihemed û xelkê gundê “Serdoş” ê ser bi bajarê Merîwanê, bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Sineyê hate veguhastin.

Roja Yekşemî 2`ê Cozerdan, ew welatiye piştî gazîkirin bo îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê, hate binçavkirin.

Navbirî di heyama binçavkirina xwe de, ji “destpêragihîştin bi parêzer” û “hewdîtin digel malbata xwe” hatiye bêparkirin.

Heta dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Luqman Nîkzad” de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.